Çavkaniyên ewlehî yên Lubnanî da zanîn ku di 20’ê Sibatê de kargeh û embargehên herêma pîşesazî ya başûrê Seydayê yê Lubnanê ji aliyê Îsraîlê ve hatin armanckirin.
Di encamê de 14 kes birîndar bûn ku piraniya wan karmendên Sûrî bûn.
Pevçûn û êrişên di navbera Hizbullah û Îsraîlê li eniya başûrê Lubnanê de gurtir dibin.
Çavkaniyên ewlehî yên Lubnanî dan zanîn ku di encama êrîşa Îsraîlê ya li ser kargeh û embargehên herêma pîşesazî ya başûrê Seydayê,14 kes birîndar bûn ku piraniya wan karmendên Sûrî bûn.
Wezareta Karên Derve ya Lubnanê bang li civata navneteweyî kir ku zextê li Îsraîlê bike û berfirehkirina şer li Lubnanê rawestîne.
Îsraîlê jî diyar kir ku armancgirtina herêma Xaziye bersivdayîna ketina balafireke bêmirov li herêma Teberiya di 19’ê Sibatê de bû.
Berdevkê payebilind ê Îsraîlê Afxay Edreî jî da zanîn ku artêşa Îsraîlê li dijî embargehên cebilxaneyê yên Hizbullah li herêma Xaziye êrişên hewayî pêk anîn û got:
“Ji destpêka şerê li Xezayê ve artêşa Îsraîlê zêdetirî 3 hezar û 400 deverên Hizbullah li başûrê Lubnanê kir armanc.”