Mamoste û çalakvanên Helebce: PKK hêza gelê Kurd e

Mamoste û çalakvanên parêzgeha Helebceyê ya Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze nexşeya Kurdan ji holê rake, û hevkarên wan PDK’ê şermezar kirin û gotin: “Hêza ku ji bo gelê kurd têkoşînê dike PKK ye, tevgera azadiyê ye, tevgera Azadiya Kurdistan li dijî dagirkeriyê şehîd dide, li çiya şer dike, li zindanan li ber xwe dide û li bajaran gel birêxistin dike.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser hemû beşên Kurdistanê bi her awayî berdewame.

Li dijî van êrişan berxwedan û têkoşînek bê hempa ji aliyê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ve tê meşandin.

Derbarê mijarê de beşek ji welatiyên parêzgeha Helebceyê axivîn.

“Dagirkeriya Tirk hebûna Kurdan naxwaze”

Mamoste Omer Osman qala dagirkeriya dewleta Tirk a ser başûrê Kurdistanê kir û wiha axivî:

“Tirk hebûna gelê Kurd naxwazin, hertim li dijî Kurdan û zimanê wan in.

Em wek gelê Kurd desthilata dagirker a ku dixwaze nexşeya Kurdan ji holê rake, şermezar dikin.

Her wiha çeteyên ku ji bo berjewendiyên malbata xwe dagirkeran ber bi Kurdistanê ve bi pêş ve dibin, şermezar dikin.”

“Dagirkerî dixwaze Mîsaqî Millî û projeya Osmaniya Nû pêk bîne”

Çalakvanê parêzgeha Helebceyê Azar Gulzar jî diyar kir ku dagirkeriya Tirk dixwaze sînorê Mîsaqî Millî û projeya Osmaniya Nû pêkbîne û wiha got:

“Ev yek jî tê wateya dagirkirina hemû Başûr û Rojavayê Kurdistanê.

Ev xewneke ku dewleta Tirk li pey wê ye û ji bo ku xewna xwe pêk bîne bi hêzên herêmê re têkiliyan çêdike.”

“Yê ku li hemberî van êrîşan li ber xwe dide PKK ye”

Çalakvan Azar Gulzar qala berxwedana gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistan ya dijî dagirkeriyê kir û ev tişt got:

“Yê ku li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide gelê Kurde, PKK ye.

Her wiha wek Tevger jî ev zêdetirî 40 sal in xwîn dirije û şehîd dide, li çiya şer dike, li zindanan li ber xwe dide û li bajaran gel birêxistin dike.

Dewleta Tirk vê yekê wekî astengiyekê li pêşiya projeya xwe dibîne.

Rojhilata Navîn ketiye qeyraneke mezin, lê mixabin civat û dadgeha navneteweyî, wek her carê bêdengiyê hilbijartiye.”

Back to top button