“Rewşa çandiniya îsal ji ya salên borî baştir e”

Desteya Çandinî û Avdanê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê amara dawîn diyar kir.
Pispor û cotkaran diyarkirin ku piştî nîvê dema mewsiman derbas bû, mewsimên çandiniyê di rewşeke baş de ne.Ew jî bi saya barîna baranê bû.

Rêjeya herî zêde ya barîna baranê li navçeya Tibrespiyê ya kantona Cizîrê bi rêjeya 305 mm bû.

Derbarê mijarê de Endazyarê çandiniyê Azad Oso axivî û got:

“Ev mewsim ji mewsima salên borî baştir e. Ew jî bi sedema barîna baş a baranê ye.

Rast e ne li gor rêjeya salane bû lê di demên guncaw de hat.”

Têkidarî tedbîr û şîretan ji bo berhemên gemim û ceh de Oso wiha got:

“Pêwîstiya her du berheman bi avdanê heye. Her wiha pêwîst e ew bi semada azotî ya sar bên avdan.

Ya baş ew e ku berhemên bejî jî bên semadkirin û giyayên zirar ji nav wê bên rakirin.”

Oso diyar kir ku Pêwîst e berhem di demên guncaw de li gorî pisporên çandiniyê û li gorî rewşa hewayê bên semadkirin.

Di dawiyê de cotkar Ezîz Ehmed ku 30 donim genimê bejî li gundê Girbawî yê başûrê Qamişlo çandiniye dazanîn ku mewsim baş e.

Back to top button