Çalakiya greva birçîbûnê ya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) ji bo 4 rojan a li Bordeaûxê dabûn destpêkirin bi dawî bû.
Kurdistanî û dostêwan, gelek nûnerên Partiya Komunîst a Fransayê û Navenda Çanda Elewiyan jî beşdarî civînê bûn. Di civînê axaftinên bi zimanê Kurdî, Fransî û Tirkî hatin kirin.
Nûnerên Partiya Komunîst a Fransayê diyar kirin ku ew ê di her şert û mercî de bi hev re têbikoşin, nûnerên Navenda Çanda Elewiyan jî bal kişandin ser hevkariya têkoşînê.
Di civînê de çalakvanên greva birçîbûnê jî axivîn. Di axaftinan de banga geşkirin û xwedîderketina çalakiyan hat kirin.
Çalakgeran diyar kirin ku ew ê bi rêbazên cuda yên çalakiyên xwe bidomînin
Çalakî bi dirûmeyên “Bijî berxwedana zindana”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Bordeaûxê di roja 4’an de didome