Çalakiya girtiyên birçîbûnê di roja 92’ê de didome

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên azadiyê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd daye destpêkirin di roja xwe ya 92’ê didome.
Her wiha nobeta edaletê jî li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê didome.
Çalakvanan diyar kirin ku heta bighîjin armancên xwe wê çalakiya xwe bidomînin.

Girtiyên azadiyê yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo 92′ rojin di greva birçîbûnê de ne.

Nobeta Edaletê ya bi armanca piştevaniya bi girtiyan re li bajarê Wan, Amed, Mêrdîn û Êlih didome.

Çalakiya Nobeta Edaletê bê navber didome

Çalakiya Nobeta Edaletê li Wanê di roja xwe ya 81’ê didome.

Gelek welatî û xizmên girtiyan tev li nobetê bûn.

Rêxistina DEM Partiyê ya Rêya Armûşê û gelek kes hatin serdana çalakvanan.

Di nobetê de gelek caran diruşma “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.

Xizmên girtiyan gotin ku heta tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û girtiyan bi dawî dibe dê têkoşîna xwe bidomînin.

Çalakiya Nobeta Edaletê li Êlih di roja 25’an de didome.

Rêveberên DEM Partî û DBP’ê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajar hatin serdana nobetê.

Di nobetê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin û bi tililî û çepikan dom kir.

Her wiha çalakiya Nobeta Edaletê li Amedê jî di roja 82 de didome.

Çalakvan, tev li panela Tevgera Jinên Azad (TJA) ya bi sernavê “Di pêvajoya aştiyê de heqîqeta jinan û pirsgirêka tecrîdê” ya li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê tê lidarxistin bûn.

Çalakiya Nobeta Edaletê li Mêrdînê jî didome.

Çalakvanên di Nobeta Edaletê de stranên berxwedanê gotin.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja xwe ya 91′ didome

Back to top button