Şêniyên taxên Helebê ji ber dorpêçê bi rêbazên berê jiyana xwe didomînin

Hikumeta Şamê nahêle pêdiviyên bingehîn derbasî taxên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin.
Debara jiyanê her diçe ji ber dorpêçê giran dibe.
Şêniyên taxên navborî ji ber ambargoyê, bi rêbazên kevin pêwîstiyên xwe bi cih tînin.

Welatiya bi navê Esmehan Mihemed dayika 10 zarokan e..

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo pêjandina xwarinê rêbazek kevin bi kar tînin.

Ji ber tunebûna xazê Esmehan di koşiya mala xwe de 3 kevir daniye û wekî tifikekî xwarinê li ser dipêje.

Esmehan Mihemed der barê ambargoyê de got: “Rewşa me pir xirab e.

Hikumeta Şamê nahêle pêdiviyên bingehîn derbasî her du taxan bibin.

Derman nin in û tûpên xazê bi temamî qut bûne…”

Esmehan diyar kir ku tupeke xazê têra mehekê tenê dike û wiha domand:

“Tupa xazê têra mehekê tenê dike, ji bo salekê wê çawa be!

Ji ber vê yekê ez plastîk, naylon û êzingan kom dikim da ku xwarinê ji zarokên xwe re çêbikim.”

Ji ber dorpêçê şêniyên Helebê xwe bi bermahiyên qumaşan germ dikin

Back to top button