Ji ber dorpêçê şêniyên Helebê xwe bi bermahiyên qumaşan germ dikin

Ji ber ambargoya giran a ku hikumeta Şamê daniye ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şênî xwe bi bermahiyên qumaşan germ dikin.

Di derbarê dorpêçê de Jina bi navê Emîne Muslim a ji Efrîna dagirkirî koçber bûye û li devera Şiqêf a Şêxmeqsûdê dimîne axivî.

Emîne Muslim got:

“Me sobeyeke êzingan daniye, em bermahiyên qumaşan dişewitînin, ji ber ku destê hikumeta Şamê dirêjî mafên herî biçûk ên welatiyan dike.”

Her kîloyeke bermahiyên qumaşan di navbera 2 hezar û 500 heta 3 hezar û 500 lîreyên Sûriyê ye.

Dayika Emîne Muslim anî ziman ku hêvî dike her hefteyekê carekê çend kîlo bermahiyên qumaşan bê pere werbigire û wiha pêde çû:

“Miqdara ku em dikirin têra çend saetan tenê dike, dema pir sar be em dişewitînin, piştre em xwe bi betaniyan dinixumînin.

Ji ber siyasetên çewisîner ên hikumeta Şamê her zivistan em aloziya mazotê dibînin, divê dawî li vê rewşê were.”

Dayika Emîne banga rakirina dorpêçê û belavkirina mazotê li şêniyan kir.

Back to top button