Li bajarokê Nûbil û El Zehra ya girêdayî Helebê, di encama şerê di navberê hêzên hikûmeta şamê û çeteyên Tirkiyê de jin û zarok jî di nav de 23 kes hatin kuştin û birîndar kirin.
ji 8’ê mehê ve li xeta Idlib, Heleb, hema, lazqiyê di navbera hêzên hikûmeta şamê û çeteyên girêdayê dagirkeriya tirkiyê şer diqewime.
Hêzên hikûmeta Şamê bi topên giran, gundên gundewarê Helebê yê rojava û derdorî bajarê Darat Eza topbaran kirin.
Di vê topbaranê de 7 kes hatin kuştin
çeteyên Heyet Tehrîr el-Şam ê tirkiyê jî bi awayekî ketûber bi çekên girant û topbaranê bersiva hikûmeta şamê da.
Di encama şerê di navbera hêzên hikûmeta şamê li bejahiya Hemayê 3 jê zarok 5 kes hatin kuştin.
Li gundewarê rojavayê Helebê jî 7 kes di şerê bejahî ên di navbera herdu aliyan de hatin kuştin.
Dîsa li Hemayê di êrişa hewayî de jî 8 ji wan 4 zarok û 3 jin, bi dronan hatin kuştin.
Li Laziqiyê jî kesek bû hedefa êrîşên esmanî yên “çekên balafiran” li ser El-Qerdehayê.