Li heremên hikûmeta demkî ya Sûriyê bûyerên kuştin û bê aramiyê dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de li deverên cuda yên Sûriyê di encamên êrişan, pevçûnên malbatî û teqîna mayînan de 7 kes hatin kuştin.
Li herêma Şiêtat a gundewarên Dêra Zorê ji ber nakokiyên malbatî kesekî bavê xwe kuşt.
Her wiha li bajarê Beqresê yê gundewarên rojhilatê Dêra Zorê di gulebarana çekdarên nenas de kesek ji bajarokê Şihêlê hat kuştin.
Li herêma Edra ya gundewarên Şamê jî di encama pevçûna 2 malbatan de, 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan.
Li bajarê Tertûsê jî di navbera komeke ciwanan de pevçûn derket.
Ciwanekî bi kêrê derbe xwar jiyana xwe ji dest da.
Ji aliyekî din ve li gundewarên Helebê endamekî tîmeke endazyariyê dema mayîn radikir, di encama teqîna mayînekê ya bermehiyên şer de jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Şiwêha yê bajarê Babê yê rojhilatê Helebê di encama gulebarana kesên nensas de ciwanekî jiyana xwe ji dest da.



