DAIŞ’ê li Dêrazorê bi ser xalên hêzên hikumetê de girt

Çeteyên DAIŞ’ê li çola Dêrazorê êrişî xalên hêzên hikumeta Şamê kirin.
Li Derayê mayînek ji bermahiyên şer bi malbatekê teqiya.
Di nava rewşek wiha de, Îsraîlê li parêzgeha Quneytira erebeyek bomebaran kir.

Li çolistana Sûrî çeteyên DAIŞ’ê êrişên xwe li dijî hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Îranê berfirehtir kiriye.

Çeteyên DAIŞ’ê li gundewarê Bukemlê a li parêzgeha Dêrazorê êrişî xalên hêzên hikumetê kirin.

Di navbera her her du aliyan de şerekî dijwar qewmî.

Bukemal-Di êrişa DAIŞ’ê de 7 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di êrişê de, 7 leşkerên hikumetê hatin kuştin.

Li gorî çavdêriyê, ji serê salê û heta niha li çolistana Sûrî 594 kes hatine kuştin.

Ji wan 44 çeteyên DAIŞ’ê ne ku di şerê bi hêzên hikumet û êrişên balafirên Rûsyayê de hatine kuştin.

Her wiha 550 leşkerên hikumetê, çekdarên Îranê û sivîl jî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin kuştin.

Li Dera ji ber teqîna mayînek ji bermahiyê şer jinek mir

Li Sûriyê ji bilî şer mayînên bermanhiyê şer jî zirarê dighêjin welatiyan.

Li bajarokê Şêx Sead yê parêzgeha Derayê mayînek ji bermahiyên şer teqiya.

Di encamê de, jinek mir û 2 zarokên wê jî birîndar bûn.

Îsraîlê li quneytira erebeyek bombebaran kir

Her wiha êrişên artêşa Îsraîlê hemxwextî şerê Îsraîl-Hemasê li dijî xaka Sûriyê zêde bûne.

Vê carê jî êrişek li parêzgeha Quneytirayê pêk hat.

Duh Balafirek bêmirov a biçek ya artêşa Îsraîlê li parêzgeha Quneytira ya li başûrê Sûriyê erebeyek bombebaran kir.

 Di êrişa Îsraîlê de 4 çekdarên Îranê hatin kuştin

Çavdêriya Sûrî eşkere kir ku di êrişê 4 çekdarên Îranê hatin kuştin.

Yek ji wan nasnaeya Sûrî ye û her sêyên din jî nasnameya wan Libnanî ne.

Li gorî çavdêriyê, kesên ku hatine kuştin endamên tîma şopandin û avêtina moşekan ên Îranê yên li herêmê bûn.

Back to top button