Komîteya Yekîtiya ragihandina Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyê komkujiya dewleta Tirk a 20’ê Mijdarê li ser sivîlan ku rojnamevanek tê de şehîd bû, bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Komîteya YRD’ê têkildarî êrişan daxuyaniyek nivîskî weşand û tê de ev yek hat gotin: “Dijminên mirovahiyê xwe wekî metirsiyên herî mezin dibînin û êriş dikin.
Lê her êrişek, her windahiyek ji bo me dibe sedema mezinbûna hêrsa ji neyar, bilindkirina têkoşînê û ronîkirina civakê.
YRD’ê got: “Hevrê Îsam Hesen Mihemed jî wek şopdar û lêgerînvanê heqîqetê, bêyî dudilî di her şert û mercan de têkoşînek hêjayî dîroka ragahandina berxwedêr meşand û şopên nû li ser zêde kirin.
Em soz didin em ê bibin şopdarên kevneşopiya berxwedana wan û xeyalên wan bicih bînin.
Heqîqet di tarîtiya dagirkerên faşîst de namîne û rojên ronî nêzin.”