HRE bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan bi çalakiya tolhildanê 6 leşker û polîsên taybet ên artêşa Tirk kuştin.
Wekî bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Rizgariya Efrînê du çalakî li dijî artêşa Tirk a dagirker li dar xist.
HRE li ser mijarê daxuyanî da û got: Li hember van êrişan ji aliyê hêzên me ve di roja 20`ê Mijdarê de du çalakiyên tolhildanê hatin lidarxistin.
Çalakiya yekemîn li hember Qareqola Oncu-pinar a polîsên taybet hat lidarxistin.
HRE: 6 Polis û leşkerên Tirk hatin kuştin
Di encamê vê çalakiyê de 1 jê payebilind 3 polîsên taybet hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.
Çalakiya duyemîn li herema Marê li hember baregeha Dabik hat lidarxistin.
Di encama vê çalakiyê de jî 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.”