Şandeyek ku ji saziyên rêveberiya sivîl û tevger û rêxistinên jinan yên Tebqayê serdana malbata şehîd Zelal Zagors kirin û sersaxî ji malbatê re xwestin.
Şandeyê ji endamên Meclîsa Rêveber, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Komîteya Perwerdeyê û mecilsa Kombûna jinan a Zenûbiya pêk dihat.
Di merasîmê de li ser navê saziyekê axaftin hat kirin û hat gotin:
Şehîd Zelal têkoşîna jiyaneke azad dida meşandin ji ber vê yekê hat hedefgirtin.
Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wan li pey dagirkirina xaka Kurdistanê ne.
Ji bo vê yên serkêşiya şoreşê û deskeftiyên Kurdistanê re dike tên hedefgirtin.
Heval Zelal jî ji ber serî li dagirkeriyê ne tewand, pêşengî ji civakê û jinan re kir hat hedefgirtin.
Em soz didin ku bi hevgirtin û yekîtiya jinan armancên Şehîd Zelal pêk bînin.
Her wiha bang li hikumeta Başurê kurdistan û Îraqê hat kirin ku li dijî vî sûcî bikevin tevgerê û rastiyê eşkere bikin.