Şehîd Zelal Zagros li Ermenistanê hat bibîranîn

Kurdistaniyan li paytexta Ermenistan Êrîvanê Zelal Zagros bi bîr anîn û peyama “Em ê têkoşîna şehîdên şoreşê û Rêber Apo bidomînin” dan.

Bîranîn ji aliyê Yekîtiya Jinên Azad ve hat li darxistin.

Beşdarên bîranînê diyarkir ku Zelal Zagros demeke dirêj bi biryardariyeke mezin ji bo rêxistkirina gelê Ermenistanê têkoşiya.

Beşdaran berxwedana gerîla silav kirin û wiha gotin:

“Dewleta faşîst a li hemberî têkçûna ku ji gerîla xwariye,li bajaran bi hedefgirtina şoreşger, aktîvîstan û li Rojava bi bomberdûmana cihên sivîlan hewl dide têkçûna xwe veşêre.”

Di dawiya bîranîne de beşdaran soza dewamkirina têkoşînê dan û gotin:

“Em ê heta dawiyê di şexsê Zelal de têkoşîna hemû şehîdên şoreşê û Rêber Apo bidomînin.”

Back to top button