Li ber benzînxaneyan ji ber nebûna Mazotê bi sedan erebe disekinin

Êrişên dewleta Tirk gelek ziyan gihand binesaziya vê herêmê .
Ji ber êrişan êdî sotemenî bi zorê tê peydakirin , mîna xaz , mazotê .
Li benzînxaneyên ku pir kêm mazot û benzîn lê heye, bi sedan seyare bi saetan disekinin.

Derbarê tunebûna mzaotê Welatiyê bi navê Mihemed Mihêmîd ê ku xwediyê teksiyekê ye got:

“Ji ber nebûna mazotê em gelek zehmetiyan dikşînin , em bi seetan li ser dorê disekinin ji bo em mazotê werbigrin..”

Xidir El Casim jî xwediyê erebeya veguhastina hundirîn a taybet e dibêje:

“Ji ber tunebûna mazotê ez erebeya xwe li ber deriyê malê disekinîne. ”

Salih El Tewfîq jî xwediyê erebeya biçûk (sûzûkî) li ser heman mijarê got:

“Ji şeva duh ve ez li vir im.

Nexweşiya gurçikan bi min re ye û di hewaya sar wek a niha de êş zêde dibe, lê ez neçar im bikevim vê tabûrê.”

Nûrî El Hemade jî dazanîn ku ji zêdetirî 18 saetan ve ez li vir im da ku ez para xwe ya sotemeniyê wergirim.

Dêrik-Stasyona Siwêdiyê 8 caran hate bombebarankirin

Back to top button