Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) îro panelek derbarê fikra Îlmanî hat lidarxistin. Panêl li xwaringeha Telê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê bû.
Nûner û endamên gelek aliyên siyasî, nivîskar û kesên serbixwe yên Sûrî beşdarî panêlê bûn..
Serokê Partiya Guhartin û Ronesansê ya Sûriyê Mistefa Qelecî di panêlê de axivî û balkişad ser têgîna laîkîzmê ango Ilmaniyetê û qutkirina ayînên olî ji siyasî û civakê.
Qelecî diyar kir ku hewcedariya civakan bi karekî niştimanî yê hevbeş heye da mafên xwe bi dest bixin û ev yekane rêya azadî û pêşketinê ye.
Têkildarî mijara penalê, deriyê nîqaşan vebû û beşdaran nêrînên xwe parve kirin.
Panel bi encameke wiha bi dawî bû::
-Girîng e fikira Îlmanî were belavkirin û li pêşberî ol nebe kelem.
-Îlmaniyet ji bo rêvebirina civaka sûrî ya pirreng girîng e.
– Îlmaniyet gelê Sûriyê ji bindestiyê xelas dike.