Di Festîvalê de Tirkî nehîşt fîlam ‘ji bo azadiyê’ were pêşandan

5’emîn Festîvala fîlman a Navneteweyî li Silêmaniyê didome.

Di roja 2’emîn a Festîvala Fîlman a Navnetewî ya 5’emîn de filma ‘Ji bo azadiyê’ û ‘Dema Tûreşkan’ hate nîşandan.

Lê fîlma “ji bo azadiyê’ ku behsa berxwedan Sûra Amedê dike bi destwerdana dewleta Tirk ve hate astengkirin.

Filma ‘Dema Tûreşkan’ ku hûnermend Haşîm Aydemîr derhêneriya wê kiriye, li salona hejmar 3 ya Sîtî Sînema bi tevlîbûna gelek hunermend hate pêşandan.

Romana ‘Dema Dirîreşkan’ a nivîskarê şoreşger Murat Turkê ku 26 sal e li Tirkiyeyê di girtîgehê de ye, bû mijara fîlm.

Fîlm, balê dikişîne ser têkoşîna Şervanê piştî ku birîndar dikeve, têkoşîna wî ya jiyan û hewldana wî ya xwe gihandina hevalên xwe ya çil û pênc rojan radixe pêş çavan.

Wê festîval 7 rojan berdewam bike û 143 filmên ji 35 welatan tevlî dibin. 116 film dikivin pêşbaziyê. Di nava van de 57 filmên Kurdî hene .

Lê filma ‘ji bo azadiyê’ behsa berxwedan Sûrê dikir bi destwerdan Tirkî nehatepêşandan

di dawî de hinek dimenê filmê biherikîne

Back to top button