1’Ê Mijdarê “Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanî”

Şerê dîrokî yê li Kobanê ji tevahî mirovahiyê re serkeftinek bû û bû sembola cîhanî a berxwedana li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ`ê yên ku bi piştevaniya hêzên herêmê di serî de dewleta Tirk ku hewl dida di bin perdeya îslamê de dewletan dagir bike û xîlafeta Osmanî vejîne, bi bin ketin.

Ji çeteyên DAIŞ`ê heta bi dewleta Tirk, ji Ebû Bekir El-Bexdadî heta bi Erdogan alav rijandina xwînê û derbkirina aramiya herêmê, ranewestiya.

Di Cotmeha 2014`an de dema ku DAIŞ gihaşt sinorê bajarê Kobanê, bi hezaran Kurdên ji herêmên cuda yên Bakurê Kurdistanê li ser sînor kom bûn û piştgiriya berxwedanê kir.

Di wê êrişê de bi hezaran çete ji tevahî cîhanê beşdar bûn.

Bi dehan şervanan li taxên Kobanê li hemberî xeteriya DAIŞ`ê li ber xwe dan.

Gelên bi dehan welatên Asya, Ewropa û Amerîka Latîn bi hevbendiyeke enternasyonalîst piştgirî da wê berxwedanê û Roja 1`ê Mijdarê wekî Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê hat ragihandin

Seferbreiya ku rêber Abdullah Ocalan ragihand û bangawaziyên wî li civaka Kurdistanê ku Kobanê biparêzin, guhertineke dîrokî di şerê “çarenûsî” yê li Kobanê de çêkir.

Piştî 4 sal di ser rizgarkirina bajarê Kobanê re derbas bûn, Hêzên QSD’ê di Adara 2019`an de ragihand ku DAIŞ li cihê wê yê herî dawî li bajarokê Baxozê têk çû.

Dewleta Tirk nikarî têkçûna hevalbendê xwe DAIŞ’ê li pêş çavên xwe li ser destê şêniyên herêmê ragirta.

Tirkiyê sembola Cîhanî ya berxwedanê hedef digire û gefan lê dixwe

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker di 2 salan de 8 caran herêmên sivîlan ên Kobanê hedef girtin.

Herî dawî di 20 -23`yê Cotmehê de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk êriş pêk anîn û di encamê de 5 kes şehîd bûn.

Li aliyekî din, rayedarên Tirk di serî de Erdogan gefên êrişeke nû ya berfireh li kantona Kobanê xwarin.

Eyşe Efendî: Em ji bo berxwedan û aştiyê amade ne

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî têkildarî giringiya rojê axivî û got;

“Îro xeteriya dewleta Tirk mezintir e û gefan li herêmê dixwe. Piştî têkçûna DAIŞ`ê, dewleta Tirk hewl dide tolê ji gelê Kobanê hilîne.Bêdengiyeke neheq li hemberî gelê me heye.”

Back to top button