27 roj in PDK cenazeyên gerîla nade malbatên wan

Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan ya li deriyê Sêmalka ya ji girtina cenazeyên zarokên xwe ku PDK’ê ew şehîdxistine di roja 27’an de dewam dike.
Piştgiriya ji bo çalakiyê jî roj bi roj mezin dibe.
Îro jî Partîya Yekitîya Demokratîk (PYD) serdana çalakîyê kir û helwesta PDK’ê şermezar kir.

Endamên PYD’ê yên ku tevlî çalakiyê bûn û bang li PDK’ê kirin cenazeyên gerîlayên şehîd, Tolhildan Raman û Serdem Cûdî radestî malbatên wan bike.

Ji roja ku çalakiyê destpêkiriye rojane gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, rêxistinên mafên mirovan tev li çalakiyê dibin.

Tevî bangên ji bo radestkirina cenazeyên gerîlayan lê heta niha PDK’ê xwe li bêdengiyê daniye û bersivê nade.

Tê payîn ku sibê jî komîteyên aborî yên kantona Qamişloyê tev li çalakiyê bibin.

Back to top button