Çalakiya Greva Birçîbûnê di roja 47’an de didome

Li 7 bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li dijî tecrîd û zilma li ser gelê kurd nobeta Edaletê hatiye destpêkirin û hîna jî bi berxwedaniyeke xurt dewam dike.
Çalakgerên Nobeta Edaletê diyar kirin ku heta ev tecrîd neyê şikandin ewê dev ji têkoşînê bernedin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di roja 47’an de didome..

Li vê dawiyê hat ragihandin ku li Girtîgeha Rîze binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên siyasî zêde bûne.

Derbarê van binpêkirinên mafan de girtî Taner Ergun bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û got:

Hemû girtiyên nexweş bi şewbê ketine û rêveberiya girtîgehan derman nade me.

Her wiha piştî greva birçîbûnê cezayên disiplînê li me biriye”

Taner Ergun di dawiya axaftina xwe de ragihand ku heta gihiştina armancên xwe wê çalakiya xwe bidomînin.

Berxwedana xizmên girtiyan didome

Ji bo bihîstina deng û daxwazên girtiyan jî xizmên girtiyan li Mêrdîn, Amed, Wan, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê ketbûn nobeta Edaletê.

Nobeta Edeletê ya li Mêrdînê bi serdana parementerên DEM Partiyê û gelek kesan dewam kir.

Nobetên Edaletê yên li Mêrsîn jî ket roja 40’î.

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca û gelek kesên pê re hatin serdana nobetê.

Perîhan, banga xwedîderketina li çalakiyê kir.

Li Edenayê jî nobetê 39 roj li dû xwe hişt.

Hevserokên DEM Partiyê yên navçeya Seyhanê û rêveberên navçeyê hatin serdana nobetê.

Çalakgerên li Wanê jî 38 rojên tijî berxwedan li dû xwe hiştin.

Li vir jî banga piştevaniyê bi girtiyan re hat kirin.

Xizmên girtiyan li Amedê 4′ Kanûna 2023’an nobet destpêkiribûn û hîna jî didome.

Jinên ku tevli çalakiyê bûn bi stranên kurdî reng dan çalakiyê.

Ev der jî nobeta li bajarê Îzmîrê ye.

Hevseroka Navçeya Kara bag larê ya DEM Partiyê Emîne Bozdag li vir axivî û got:

Pergal dixwaze vê îşkenceyê normal bike.

Ev bêhiqûqî li tu cihî nîne.

Divê em zêdetir dengê xwe bilind bikin.

Li Stanbolê nobet ket roja 31’ê de.

Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî di çalakiyê de got:

Em hevkarên vê têkoşînê ne û heta dawiyê em ê bi we re bin..

Grava birçîbûnê di roja 46’an de dewam dike

Back to top button