Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, ji ber wefata hunermend Kadîr Înanir peyameke sersaxiyê weşand.
KCK’ê diyar ku Kadîr Înanir, dê bi hunermendiya xwe û bi kesayetiya xwe ya demokrat neyê jibîrkirin û dê di dilê gelên me de her dem bijî.
Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Em bi xemgînî hîn bûn ku hunermendê mezin, ronakbîr û demokrat Kadîr Înanir wefat kiriye.
Em sersaxî ji malbata wî, xizmên wî, hemû civata hunerê û gelên Tirkiyê re dixwazin.
Kadîr Înanir ji bo hemû hunermend û ronakbîrên li Tirkiyê, xwedî sekneke demokratîk a mînak bû.
Heta bêhna xwe ya dawî ya jiyanê jî ji vê sekna xwe ya demokratîk tawîz neda.
Ew li dijî her cure zext û nebaşiyên ku nedixwest ji bo xwe û gelê xwe re were kirin, bû xwedî helwest.
KCK’ê da zanîn ku Kadîr Înanir dostekî hêja yê gelê Kurd bû jî û got:
“Siyasetên ku li ser gelê Kurd dihatin meşandin tu carî qebûl nekirin û bertek nîşan da.
Gelê Kurd jî wekî hemû gelên Tirkiyê, dê xwedîderketina li Kadîr Înanir ji niha û pê de jî nîşan bide.”



