Pêşmergeyên Dêrîn diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, li dijî hemû kurd û kurdistanê ye û gotin:
“Divê êdî gelê Kurd bêdeng nemînin, xwedî yekhelwest, yekdeng û yekrêz bin.
Bi pêkanîna yekitiya neteweyî em dikarin hemû hewlên dagirkeriyê yên li ser gelê me bi dawî bikin.”
Ji dawiya sala 2023’an ve dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê dijwartir kiriye.
Di encama êrîşan de gelek sivîl li vanbeşên kurdistanê şehîd û birîndar bûn.
Di derbarê êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, Pêşmergeyên Dêrîn ên bajarokê Ranya yê Silêmaniyê axivîn.
Pêşmergeyê Dêrîn Hazim Elî diyar kir ku êrişên neheq ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê êrişên li ser tevahiya Kurdistanê ye û got:
“Divê gelê Kurd li beramberî van êrişan li her çar aliyên Kurdistanê li ser lingan bin, yekdeng û yekrêz bin.
Em Kurd hemû ji heman kokê ne û dijminê me yê herî mezin jî dewleta Tirk û Erdogan e.
Bi pêkanîna yekitiya neteweyî em dikarin hemû hewlên dagirkeriyê yên li ser gelê me bi dawî bikin.”
Hazim Elî: Divê em li dijî hemû êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê bisekinin
Hazim Elî di dewama axaftina xwe de dazanîn ku di nava gelê Kurd de du enî hene û wiha pê de çû:
“Yek ji wan eniyan eniya mirovên birûmet ên ku li dijî Tirkiyê têdikoşin.
Û eniya din jî yên ku rûmet û wijdan xwe winda kirine û bi Tirkiyê re tevdigerin.
Divê em li dijî hemû êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê bisekinin.”
Mam Şivan: Divê êdî Kurd nema bên parçe kirin
Pêşmergeyê Dêrîn Mam Şivan jî dazanîn ku Erdoganê faşîst li aliyekî ji bo Filistîniyan rondikên derewîn dibarîne û li aliyê din jî bi hovetî êrişî gelê Kurd dike û wiha domand:
“Ev yek siyaseta du rû ya Erdoganê faşîst nîşan dide.
Divê êdî gelê Kurd bêdeng nemînin û li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk xwedî yek helwest bin.
Divê êdî Kurd nema bên parçe kirin.”
“Divê oldarên Başûrê Kurdistanê li dijî êrişên Tirkiyê bêdeng nemînin”