Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Artêşa Îranê li sînorê Mahabadê dest bi operasyoneke leşkerî kiriye, şer li herêmê dewam dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî şerê li sînorê Mahabadê daxuyaniyek da.
YRK’ê diyar kir, li herêma Mahabad li gundê Gageş û derdorî wê ji aliyê artêşa Îranê ve operasyoneke leşkerî destpê kiriye.
Li gorî agahiyên navxwe, şerê li herêmê hê jî dewam dike.
YRK’ê anî zinam, Têkildarî şer ti agahiyek zelal di destê wan de nîne û got:
“Her agahiyeke hate girtin, têkildarî vê mijarê emê bi raya giştî re parve bikin.”



