Ev 80 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Ji Rojnemevan Silêman Ehmed ê ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 80 rojin agahî nayê girtin.
Di derbarê mijarê de Parlamentera Iraqê ya berê û Yasanas Rêza Şêx Dilêr diyar kir ku li gorî yasayê karê rojnamevaniyê ne sûce, lê PDK rojnamevanên ku li gor berjewendiyên wan karnake digre.

Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

Ev 80’ê roje agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin.

PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel wî bike.

Ajansa Rojnêwsê jî diyarkir ku ji ewlehî û jiyana edîtorê me PDK berpirse.

“Mafê rojnamevanan heye ku li ser pirsgirêkên siyasî û yên civakî nêrînan bidin”

Di derbarê revandina Silêman Ehmed de Hiqûqnas û Parlamentera berê ya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr axivî û wiha got:

“Mafê rojnamevanan heye ku li ser pirsgirêkên siyasî û yên civakî yê herêma kurdistanê nêrînan bidin.

Ji ber ku di astek gelek xirab deye û divê helwestek were nîşandan.

Karê wan yê yekem ewe ku ji bo rastiya heyî û pirsgirêkên civak ji ber bêzar bûne derbixînin holê.”

“PDK bi tometê ne rast dixwaze pêşî rojnamevanên muxalîf bigre”

Rêzan Şêx Dilêr dazanîn ku PDK bi tohmetê cûda dixwaze bêhiqûqiya xwe rewa bike û ev tişt anî ziman:

“Ew ne li ser dadperweriya hikûmetê kar dikin.

Ji ber wê tometên cuda dixin li ser rojnamevanan.

Mixabin tomet tenê li ser azadiya rojnamevanan nîne, her wiha tometa sîxurtiyê dixin li ser.

Me vê yekê di doza girtiyên Behdînanê de dît, cezayê girtîgehê lê hatin birîn û hinek dozên din ên giran xistin li ser.”

Rêzan Şêx Dilêr dazanîn ku li gorî yasayê karê rojnamevaniyê ne sûce, lê PDK bi tawanên ne rast rojnamevanên li gor berjewendiyên wan karnakin bigre:

“Ger ku tawanbar her çi suc kiribe jî divê di nava 24 saetan de hevdîtin li gel kesûkarên xwe bike ku agahî jê bigirin û cihê wî bizanin.

Lê ew van kesan winda dikin, nizanin li kûderêne.”

Ji rojnamevan Silêman Ehmed 79 rojin agahî nayê girtin

Back to top button