70 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Ji rojnamevan Silêman Ehmed ên ku ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin û ev 70 rojin agahî nayê girtin.
Dayika Silêman ji bo kurê xwe bang li Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Suriyê kir.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê.

Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 70 rojin agahî jê nayê girtin.

Derbarê revandinê de, dayika Silêman Ehmed, Sultana Ehmed ji ajansa rojnewsê re axivî.

Dayika silêman ji bo kurê xwe bang li rêveberiya xweser kir

Sultana Ehmed destpêkê bang li Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyê kir da ku ji bo eşkerekirina çarenûsa Silêman bi erka xwe rabe û got:

“Ez bang li aliyên peywendîdar dikim, ji bo çarenûsa kurê min destwerdanê bikin.

Silêman rojnamevne û bi salan li Herêma Kurdistanê kar dikir.

Niha ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, lê ti aliyek ji bo eşkerekirina çarenûsa wî hewl nade.”

Back to top button