69 roj e Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin

69 roj e aqûbeta rojnamevan Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, nayê zanîn.
Her ku diçe guman û fikir li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibe.

Parêzerê Silêman Ehmed diyar kir ku Asayîşa Dihokê rê nade muwekîlê xwe bibîne û destnîşan kir ku dosyaya Silêman Ehemd li cem îstîxbarata PDK’ê ye.

Rêveberiya Ajansa Rojnewsê ragihand ku wê ji bo Silêman Ehmed serî li Neteweyên Yekbûyî bidin.

Her wiha destnîşan kir ku dosyayeke giştî li ser pêkanînên PDK’ê yên li dijî rojnamevanan amade dike.

212 rojnamvan, kesayetên siyasî, saziyên ragihandinê, rêxistinên hiqûqî yên li Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş xwest Silêman Ehmed demildest bê berdan.

Bi dehan saziyên ragihandinê yên herêmî, xwecih û navneteweyî jî ji PDK’ê xwest ku Silêman Ehmed bê berdan.

Komîteya Parastina Rojnamevanan a Navneteweyî (CPJ) û Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas a Navneteweyî (RSF) pêkanînên PDK’ê rexne kirin û xwest Silêman Ehmed bê berdan.

68 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button