Rojnews: PDK ji ewlehî û jiyana Silêman Ehmed berpirse

Ji Rojnemevan Silêman Ehmed ku ji aliyê asayişa PDK’ê ve hatiyê revandin, ev 52 rojin ti agahî jê nayê girtin.
PDK’ê jî bi astengkirina hevdîtina bi wî re guman û fikarên li ser jiyan û ewlehiya wî zêdetir dike.
Ajansa Rojnewsê ragihand ku PDK ji rewşa Silêman berpirsyar e.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, PDK heta niha xwe li bêdengiyê daye.

Ajansa Rojnewsê, tometbariyên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê careke din bi tundî red kir û şermezar kir.

Rojnewsê daxwaz ji aliyê peywendîdar kir ku rewşa Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan.

Her wiha ji parêzerên Silêman, Nerîman Ehmed jî têkildarî daxwaza hevdîtina bi rojnamevan Silêman Ehmed re asteng dike axivî.

Nerîman Ehmed: PDK hevdîtina bi Silêman Ehmed rê asteng dike

Nerîman Ehmed got: Me me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir, bi hinceta ku ne li wê dereyê em hatin astengekirin.

Ji bo em pişterast bikin, me serdana serdana dadweriya asayîşa Dihokê kir

Dadwerê asayîşê razî bû û biryar da ku em wî bibînin.

Lê piştî ku biryar gihandin Asayîşa Giştî rê nedan ku em wî careke din bibînin.”

PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse.

Back to top button