Şandeyek Rêveberiya Xweser li Parlemetoya Swêdayê ye

Şandeyeke Rêveberiya Xweser li Siwêdayê hevdîntin li gel berpirsyarên Partiya Çep pêk anî.
Di hevdîtinê de bal hate kişandin ser êrişên dewleta Tirkiyê yên li dijî herêmê û xeteriya jinûve zindîbûna DAIŞ’ê.

Şandeya Rêveberiy Xweser a Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên xwe yên dîplomasiyê li Ewropayê didomîne.

Şandeye îro li paytexta Swêd Stokholmê bi berpirsyarên Partiya Çep a Swêdê re civiyan.

Di şandeyê de nûnerê Rêveberiya Xweser Dr. Ebdulkerîm Omer, berpirsyarê beşê Partiya Sûriyan a Sûrî li Ewropayê Cozêf Lehdo û nûnerê Rêveberiya Xweser li Skandinaviya Şiyar Elî hebûn.

Şandeya Partiya Çep a Swêdiyî jî ji Berdevê Partiyê û endamê Komîteya Têkiliyê Derve di Parlemetoya Sewêdî de Hogan Sivn-lîng û Berpirsa Têkiliyê Derve ya Partiyê Yelbûn Alp pêk dihat.

Di hevdîtinê de gelek mijar hatin nîqaşkirin.

“Êrişên dewleta Tirkiyê rê li ber zindîbûna DAIŞ’ê vedike”

Şandeya Rêveberiya Xweser bal kişand ser xeteriya DAIŞ’ê û jinûvezindîbûna wê.

Şandeyê da zanîn ku divê aliyên navdewletî bi Rêveberiya Xweser re bibin alîkar da ku DAIŞ’ê tunde bikin.

Her wiha şandeyê îşaret bi êrişên dewleta Tirkiyê li dijî herêmê kir û diyar kir ku şaneyên DAIŞ’ê di wê demê de bêhtir çalak bû.

Şandeyê bi bomdarî ev tişt anî ziman:

“Di mehên destpêkê yên salê de QSD’ê û Hêzên Kolasyîona Navdewletî 47 operesyonên hevpar li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêk anîn.

Di encamê de 348 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê jî dibe sedema çalakbûna van şaneyan û ewlehiya herêmê xirab dike.

Şandeyê da zanîn ku dewleta Tirkiyê her wiha di êrişên xwe de binesaziya herêmê dike armanc û di encamê de bi dehezaran sivîl zererê dibînin û astengiyan dikşînin.

“Piştgiriya me ya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re wê dewam bike”

Şandeyê di dawiyê de got:

“Divê komîteyeke navnetewî serdana herêmê bike û sûcên dijmirovî ku li dijî herêmê pêk hatine belge bike.

Piştere jî ev yek bi raya giştî re parve bike.”

Şandeya Swêdî jî hevkariya xwe ya bi têkoşîna li dijî terorê ya bi Rêveberiya Xweser re kirine bibîrxist û wiha got:

“Berê û niha jî em bi Rêveberiya Xweser re bûn.

Em ê vê piştgiriya xwe dewma bikin heta ku em terorê bi dawî bikin.

Rast e di siyaseta Swêdayê de gelek guhertin çêbûne, lê ev yek wê rê li piştgiriya me ya bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re negire.”

Şandeya Rêveberiya Xweser li Danîmarkayê bi partiyên siyasî re civiya

Back to top button