KNK’ê: Erdogan li dijî hemû destkefteyên jinên Kurd şer dike

Komîsyona Jinan a KNK’ê diyar kir ku Erdogan dijî hemû destkeftiyên jinên Kurd şer dike û li dijî pergala hevserokatiyê ye. KNK’ê da zanîn jî ku eger dewleta Tirk bi destê PDK’ê li Garê û Metîna şer bide destpêkirin, wê bi 40 baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê komkujiyan pêk bîne.

Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî arandina ku PDK’ê li Garê û Metînayê dike, daxuyaniyek weşand.

KNK’ê diyar kir ku dewleta Tirk û hinek welatên rojava dixwazin Kurdan bînin hemberî hev û şerekî birakujiyê biqewime.

KNK’ê got:

Di daxuyaniyên dewleta Tirk û hinek dewletên welatên rojava de diyar dibe ku ew benzînê bi ser agir de dikin û dixwazin Kurdan bi hev bişewitînin.

Îro piştî li Başûr û Rojavayî Kurdistanê xweseriyek hatiye avakirin, ev dewlet ditirsin ku kontrola xwe ya sedsalî ya li ser Kurdan winda bikin.

KNK’ê rola jinên Kurd di şerê li dijî DAIŞ’ê de li Rojava û li Şengalê jî bi bîr xist, ku serê Kurdan li ser asta cîhanê bilind kir.

KNK anî ziman ku:

Erdogan li dijî hemû destketiyên jinên Kurd şer dike û dijî pergala hevserokatiyê ye.

Li dijî DAIŞ’ê jina Kurd pêşengiya rizgarkirina Kurdistanê kir û derbeke giran li wan û hezên din ên cihadî xistin.

KNK’ê îşaret bi êrîş û heşmendiya PDK’ê ya di heman warî de jî kir û got:

KNK’ê weke hêzeke neteweyî xwediye sîstema hevserokatiyê ye û hemû partî û kesên endamên KNK’ê ne, bi wê yekê şahnaz in.

Eger Dewleta Tirk bi ser keve û li herêma Garê, Metîna şerekî bide derxistin, wê bi 40 baregehên xwe yên leşkerî li Başûrê Kurdistanê komkujiyan li ser me Kurdan pêk bînin, statûya federal ya Başûr têk bibe û Rojavayê ji holê rake.

Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di dawî de bang li jinên Kurd kir ku nehêlin şerê birakujiyê biqewimê.

Back to top button