161 kesên din li herêmê bi vîrûsa Corona ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku 161 kesên din li herêmê bi vîrûsa Coronayê ketine û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest daye. 

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî rewşên mirin û pêketina bi vîrûsa Coronayê rojane tên tomarkirin.

Herî dawî 161 rewşên nû peyda bûn û mirina 5 kesan hat tomarkirin.

Li gorî Hevserokê Desteyê Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa, ji kesên jiyana xwe jidestdayî, 2 jê mêr û 3 jin in.

Li rex wan, Ciwan Mistefa eşkere kir ku 16 kesên din ji vîrûsê baş bûne.

Bi van daneyan re, li seranserê herêmê heta niha, 5 hezar û 645 kes pêketî ne, 143 kes mirine û 814 kes baş bûne.

Li seranserî cîhanê jî, heta niha zêdeyî 50 milyon kes bi vîrûsê ketine û zêdeyî milyonekî jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button