Ev 78 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed yê ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, ev 78 rojin agahî jê nayê girtin.
Roj bi roj guman û fikarên li ser jiyana Silêman zêde dibin.
Rojnamevan û Nûnerê Navenda Metro ya Hewlêrê Nebez Reşad, derbarê revandina rojnamevan Silêman Ehmed de got:
“Girtina rojnamevan Silêman Ehmed berovajiyê yasayên rojnamevaniyê yên li Herêma Kurdistanê ye.
Em bang dikin ku rojnamevan bi yekdengî daxwaza azadiya Silêman Ehmed bikin.”

Rojnamevanê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê li ser sînorê Sêmalka ve hat revandin, ev 78 rojin agahî jê nayê giritn.

Her ku diçe guman û xeteriya li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibe.

Piştî revandina Silêman, Asayîşa Dihokê bi daxuyaniyek ne rast gefa cezakirinê li wî kir.

Ajansa Rojnews’ê van tometbariyên nerast yên Asayîşa Dihokê şermezar kir û daxwaza eşkerekirina eqûbeta Silêman kir.

Ajansa Rojnews’ê destnîşan kir ku PDK’ê ji ewlehî û jiyana Silêman Ehmed berpirse.

“Girtina Silêman Ehmed binpêkirineke li dijî azadiya rojnamevaniyê ye”

Derbarê revandina Silêman Ehmed de, rojnamevan û nûnerên Metro ya Hewlêrê Nebaz Reşîd, axivî û got:

“Girtina rojnamevan Silêman Ehmed binpêkirineke li beramberî azadiya fikir û ramanê rojnamevaniyê ye.

Her wiha dibe sedema ku li Başûrê Kurdistanê karê çapemeniyê were astengkirin.”

Nebez Reşad destnîşankir tometên ku li ser Silêman Ehmed hatine xistin, tometên bê bingeh û dûrî rastiyê ne û got:

“Silêman Ehmed bi awayek yasayî hatiye Herêma Kurdistanê, girtina wî ya bê sedem, berovajiyê yasayên rojnamevaniyê ye.”

“Divê rojnamevanên Başûr bi yek dengî daxwaza azadiya Silêman Ehmed bikin”

Nûnerê Navenda Metro Nebez Reşad bang li rojnamevanên Kurdistanê kir, bi yek dengî daxwaza azadiya Silêman Ehmed bikin.

Ev 77 rojin agahî ji rojnemevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button