HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3’ê gerîlayên şehîd eşkere kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
HPG’ê diyar kir şehîdan weke milîtaneke fedaî ya Apoyî wezîfeya xwe bi cih anîn û soza şopandina riya wan da.
HPG’ê nasnameya fermandara YJA Starê Edessa Cejna ku 14’ê Cotmeha 2023’an li Dersimê di êrişa dijmin de şehîd bûye eşkere kir.
HPG’ê têkildarî sekin, kesayet û têkoşîna fermandara YJA Starê Edessa Cejna ev nirxandin kir:
Hevrêya me Edessa bi eşq û daxwazeke mezin tevlî nava têkoşîna azadiyê bû.
23 salan ji Xinêre heta Zagrosan, ji Dersimê heta Garê, ji Xakurkê û Geverê heta Dersimê bi biryardariyeke mezin têkoşiya.
Weke milîtaneke fedaî ya Apoyî wezîfeya xwe bi cih anî û li qada şer bû fermandareke YJA Starê ya şareza.
HPG’ê di dawiyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û hemû gelê kurdistanê re xwest û soza şopandina riya şehîdan dan.
Li gorî daxuyaniyê agahiyên derbarê nasnameya şehîdan wiha ne:
Nasnav: Edessa Cejna
Nav paşnav: Ece Yilmaz
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik: Leyla
Navê Bav: Mehmet Alî
Dem û cihê şehadetê: 14’ê Cotmeha 2023/Dersim