Çalakiya nobetê ya li wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi biryardariyeke xurt didome.
Çalakî bi dewirgirtina koma 206’an di roja xwe ya 1070’an de didome.
Beşdarên çalakiyê diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ya li wargeha Mexmûrê destpêkirî demeke nêz de wê sê saliya xwe tije bike û gotin:
“Armanca çalakiya me azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo ye û heman demê armanca Rêberê me û rêxistina me jî azadkirina gelê Kurde.
Saleke zêdetire Rêbertî ev pêvajoyê daye destpêkirin.
Di vê pêvajoyê de erkê dikeve ser mile me jî zêde bû ye.
Her Kurdekê ku dibêje ez welatparêzim û heta dawiyê bi nirxên xwe ve girêdayî me pêwîste di vê pêvajoyê de bi erkê xwe rabe.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 206’an dawî bû.



