Çalakvan Dr. Xeyal Cewahirî têkildarî rol û mîsyona jinên Iraqî ya dîrokî a di pêşxistina civakî û pêşengtiyê de da zanîn ku bêyî beşdariya sereke ya jinan, pêşveçûnek rastîn nayê bidestxistin.
Çalakvan Dr. Xeyal Cewahirî diyar kir ku jinên Iraqî di dîrokê de di avakirina civakê de şirîkên rastîn bûne û beşdarî tevgera femînîst a Iraqî bûne.
Her wiha di hişyarkirina civakê, jiholêrakirina nexwendinê û teşwîqkirina keçan ji bo xwendinê de roleke mezin leyîstine.
Ji ber vê yekê, bêyî beşdariya rastîn û bibandor ya jinan, tu projeyek pêşkeftin an reformê nikare bigihije armancên xwe.
Dr. Xeyal ji bo baştirkirina rewşa jinan banga gavên cidî kir ku ew jî weke perwerde û aborî nîşan da û got:
“Jinên perwerdekirî û serbixwe ji hêla aborî ve dikarin zarokên bi tenduristir mezin bikin û malbatan ji hejariyê biparêzin.”



