DEM Partiyê li ser betalkirina namzetiya Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan, serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê da.
DEM Partiyê di serlêdana xwe ya YSK’yê de xwest ku biryar were betalkirin
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partiyê li ser betalkirina namzetiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya Abdullah Zeydan, serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da.
Namzetiya Abdullah Zeydan bi darbeyek siyasî ya ji aliyê desthilata dagirker AKP’ê ve hatibû betalkirin.
Li dijî vê yekê DEM Partiyê di serlêdana xwe ya YSK’yê de xwest ku biryar were betalkirin.
Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku biryara îadekirina mafê qedexekirî ya Zeydan di 4’ê nîsana 2023’yan de hatiye dayîn.
Bi domdarî hate gotin: ”
Ya ku biryara îadekirina mafê qedexekirî ji Midûriyeta Giştî ya Sicîla Edlî û Îstatîstîkê ya Wezareta Dadê re şandî jî dadgeh bi xwe ye. Di vê mijarê de jî tu qisûra miwekîl nîne.