Girtiyên PKK û PAJK’ê çalakiya greva birçîbûnê derbasî qonaxeke nû kirin

Girtiyên PKK û PAJK’ê yên di çalakiya greva biçîbûnê de; çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin.
Dîlgirtiyên azadiyê ragihandin ku wan berxwedana greva birçîbûnê temam kirin û biryar dan ku telefon û serdana malbatan boykot bikin.
Dîlgirtiyên azadiyê bang li herkesî kirin ku têkoşînê bilindtir bikin.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên Tirkiyê çalakiya xwe ya gireva birçîbûnê derbasî qonaxeke nû kirin.

Dîlgirtiyên azadiyê ragihandin ku wan berxwedana greva birçîbûnê temam kirin û biryar dan ku telefon û serdana malbatan boykot bikin.

Girtiyan gotin: “Em derbasî qonaxeke nû bûne.

Bang li gelên xwe dikin ku berxwedanê mezin bikin.”

Çalakiya greva birçîbûnê destpêkê di 27’ê Mijdara 2023’yan de di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî’ dest pê kiribû.

Dîlgirtiyên azadiyê di daxuyaniyê xwe yên berê de ragihandibûn ku ew ê piştî hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çalakiya xwe derbasî qonaxeke din bikin.

Bi vê yekê re îro ew pêngav hate ragihandin.

“Em dadgehên mêtingeriyê, axaftina bi telefonê û serdanên malbatan boykot dikin”

Beşeke ji daxuyanî girtiyên siyasî bi vî rengî ye:

“Em gelê xwe yên herikîn qadên Newrozê, yên ku di hilbijartinên xwecihî de serketineke mezin bi dest xistin, gelê Wanê ji dil silav dikin.

Em radigihînin ku çalakiya me ya greva birçîbûnê bi 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê me re gihîştiye qonaxeke nû. Dadgehên mêtinger dema ku mijar dibe rastiya Kurdan qanûnên xwe jî nas nakin.

Lewma me pêwîstî pê dît ku dadgehên mêtingeriyê, axaftina bi telefonê ya heftane û serdanên malbatan boykot bikin.”

“Daxwaza ji bo azadiya Rêber Apo daxwaza demokrasiyê ye”

Girtiyan di daxuyaniya xwe de têkoşîna Rêber Apo ya ji bo alternatîfa Neteweya Demokratîk bi bîrxistin û gotin:

“Rêber Apo li dora daxwaza demokrasî, azadî û wekheviyê fikrê neteweya demokratîk pêk anî. Lewma daxwaza ji bo azadiya Rêber Apo tê wateya daxwaza demokrasî, wekhevî û azadiya hemû gelan.

Di çarçoveya dilsoziya bi Rêber Apo re divê wateyeke bi vî rengî li rojbûna 4’ê Nîsanê bê kirin.”

“Divê gelê me têkoşînê bilintir bike”

Girtiyên PKK’ê û PAJK’ê di dawiyê de rojbûna Rêber Apo li her kesî pîrozkirin û bang li gelê kurdistanê kirin ku têkoşînê bilindtir bikin.

Gireva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Rêber Apo 125 roje didome

Back to top button