Yekîtiya Bijîşkan a Bakur û Rojhilatê Sûiryê nameyek ji rêxistina WHO re şand

Îro Roja Cîhanî ya “Tenduristiya min, mafê mine û mafê her kesî li her derê ye”.
Yekîtiya Bijîşkan a Bakur û Rojhilatê Sûiryê bi buneya rojê li ser tendurista Rêber Abdullha Ocalan nameyek ji Rêxistina Tenduritiyê a chanî re şand.
Yekîtiyê ji Rêxistinê xwest ku komîteyekê bişîne Îmralî û rewşa rêber Apo eşkere bike.

Yekîtiya Bijîşkan di nameya ku ji Rêxistina Tenduristiya Cîhanî WHO re şandî ev tişt got:

“Ji roja ku Rêber Apo hate girtin û heta niha bi tecrîdeke giran rû bi rûyî ye.

Ev tecrîd hemû pîvanên mafên mirovan yên navneteweyî bin pê dike.

Yekîtiya Bijîşkan: Rewşa Rêber Apo eşkere bikin

Tevî vê jî, niha li Imraliyê avahewayeke giran heye.

Li wir rutubetek mezin heye û ev jî ziyanê dide Rêber Apo,

Nexasim ku berê nexweşiyên ku di temê mezin de li mirovan dikevin.

Li gel vê rewşa tenduristiya Rêbertî jî, dewleta Tirk desteka pêwîst ji bo tedawiyê nade.

Yekîtiyê got, divê Rêxisitna Tenduristiya Cîhanî, Xaça Sor, Heyva Sor û Rêxistina Bijîşkên bêsînor bi erêkên xwe yên mirovî rabin.

Şandeyekê bişînin Imraîliyê, rewşa Rêber Apo aşkere bikin û ji bo azadiya Fîzîkî kar bikin.

Back to top button