Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serî li CPT da

Buroya Hiqûqê ya sedsalê ji bo muwekilê xwe Rêber Abdullah Ocalan ku 36 meh in agahî jê nayê girtin û 26 sal in di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin ûtêkildarî geşedanên di navbera 2023 û 31’ê Çileya 2024’an de careke din serî li Komîteya Pêşîgiritna li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da.

Buroya Hiqûqê ya sedsalê, ji bo agahiya derbarê muwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan de bigre serî li CPT’yê da.

Di serlêdanê de mijarên astengkirina têkiliyên sîstematîk, erdhej, grevên birçîbûnê de agahî hat xwestin.

Parêzeran ragihandin ku piştî erdhejên di demên dawî de li Bakurê Kurdistan û tirkiyê qewimîn wan her roj ji bo hevdîtina parêzer û malbatê serlêdan kirine lê yek bersiv jî nehat dayîn.

Parêzeran got Erdhejên navborî di nav malbatên muwekîlên me û raya giştî ya demokratîk de fikar çêkirine,Ji ber vê yekê li Girtîgeha Girava Îmraliyê li hember xetera erdhej û tsunamiyê divê tedbîrên pêwîst bên girtin.

Parêzeran bi bîr xist ku li zêdetirî 100 girtîgehên Tirkiyê di encama nebûna agahînegirtina ji Rêber Apo grevên birçîbûnê yên dorveger hatin destpêkirin û wiha hate gotin:

”Nayê zanîn ku grevên birçîbûnê yên ku heta niha demkî ne ger derbarê daxwazan de gav neyên avêtin dê veguherin çalakiyeke bi çi rengî ne diyar e.

Lê belê weke ku berê jî hatiye dîtin, ger daxwaz neyên bicihanîn, dê çalakî derbasî qonaxeke din bibe. Ji ber vê divê tişta pêwist bê kirin.”

Parêzeran destnîşankirin ku divê CPT ji dayîna peyamên zelal ên li hemberî êşkenceyê dûr nekeve û raporên xwe yên der barê serdanên xwe yên dawî de eşkere bike.

Parêzeran ev daxwaz ji CPT kirin:

  • Divê şert û mercên girtîgehê yên heyî li gorî rûmeta mirovan bên sererastikirin.
  • Ji bo dabînkirin û parastina têkiliyên xwe yên bi cîhana derve re, bi taybetî serdanên parêzer û malbatê, ji bo bicihanîna hemû mafên ragihandinê û bidawîkirina qedexeyên neqanûnî yên sîstematîk, hemû însiyatîfên pêwîst bigirin.
  • Ji serdana we ya 22’ê Îlona 2022’an û vir ve şert û mercên niha yên li Îmraliyê di nava nezelaliyê de ne. Li gorî vê nediyariyê û hemû geşedanên giştî em daxwaz dikin ku heyeta we careke din biçe Girtîgeha Girava Îmraliyê.

Helwesta CPT ku serdana Îmralî nekir tecrîdê girantir dike

Back to top button