Şedadê-Şervanê QSD’ê Qusey El Kurdî hat oxirkirin

Şêniyên navçeya Şedadê şervanê QSD’ê Qusey El-Kurdî li Goristana Şehîdan a Şedadê oxir kir.
Li Dêrazorê 70 şehîd û li Reqyê jî 155 şehîd hatin bibîranîn.

Şervanê QSD’ê Qusey Sibata 2024’an şehîd bibû.

Şêniyên navçeyê cenazeyê şervanê ‘QSD’ê Qusey El Kurdî bi merasîmekî sipatin axê.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Sayil El Zewba axivî û got:

“Gelê herêmê bi saya şehîdan û fedakariyên wan di nava ewlehî û aştiyê de ne.

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide vê ewlehiyê têk bibe.

Lê belê gelê me, li keda şehîdên xwe xwedî derdikevin.”

Dawiyê, wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Li Dêrazorê û Reqayê merasîma bibîranîna şehîdan hebû

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê El Kesra yê rojavayê kantona Dêrazorê jî, ji bo bîranîna 70 şehîdan merasîmek li dar xist.

Beşdaran gotin:

“Bi saya fedakariyên şehîdan, em di nava ewlehiyê de ne.”

Dawiya merasîmê, mûm li ber wesîqeyên şehîdan hatin pêşxistin.

https://hawarnews.com/kr/li-reqaye-155-sehid-hatin-bibiranin

Her wiha li Reqayê jî merasîmên bîranîna 155 şehîdên meha Çile û Sibatê li goristana gunddê Hikûmiyê ya Reqyê hat li darxistên.

Back to top button