Beriya çend rojan li navçeya Gimlikê ya nêzî girtîgeha Îmaralê a Tirkiya-bakurê Kurdistanê erd hejiya.
Ji ber vê rûdana xwezeyî, fikar li ser jiyana Rêber Apo zêde bûn û ne-rehetî daya avakirin.
Ji bo eşkerekirina rewşa rêber apo li gelek derverên herêmê çalakî pêk hatin û daxwaza dimildest a eşkerekirina rewşa Rêber Apo hate kirin.
23’ê Sibatê li navçeya Gemlîkê ya bajarê Bursayê yê Tirkiyê ku girtîgeha Îmraliyê nêzîkî wê ye û Rêber Apo lê dimîne, bi pileya 4.1 erdhej qewimî.
Tayîbet piştî erdhejê, li ser rewşa Rêbertî gelê herêmê bi fikarin.
Meclisên malbatên şehîdan bajarê Qamişlo û navçeyên wê li ser mijarê daxuyaniyek hevbeş dan.
Malbatên şehîdan ji ber erdhejê fikarên xwe li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan anî ziman û xwest ku agahî ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin.
Malbatên şehîdan bang kirin ku divê desthilata Tirk destûr bidin da ku parêzer û malbata Rêber Apo serdan bikin û hev bibînin.
Bi heman daxwazê Meclisa malbatên şehîdan yên Hesekê û navçeyên wê jî daxuyaniyên cuda dan.
Xelkên kantona Hesekê tecrîda li dijî rêber Apo şermezar kirin.
Her wiha bang li rêxistinên têkildarî girtiyan û CPT kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin û rewşa Rêber Apo eşkere bikin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê bi heman armancê daxuyaniyek dan.
Beşdaran soz da ku dê têkoşîna li hemberî desthilata Tirk bidomînin heta azadiya fîzîkî ya rêber apo pêk were.
Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê a Helebê jî banga eşkerekirina rewşa Rêber Apo kir.