
Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî dijwar û çekên giran vê sibehê êrîşî navçeya Eyn Îsa û kampa wê kir.
Ji ber êrîşan 3 sivîl birîndar bûn û rêya M4 hat qutkirin û jiyana bi hezaran sivîlan di xeteriyê de ye.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dide navçeya Eyn Îsayê dagir bike û bi vê armancê bi dijwarî êrişî gundên Seyda, Mualeq, Wasta yên rojavayê Eyn Îsayê kirin.
Di encamê de 3 sivîl birîndar bûn.
Artêşa Tirk dema ambulansek girêdayî Rêxistina Free Borma Rangers a Emerîkî ji bo birîndaran rake diçû herêmê kir hedef, lê belê ziyan çênebû.
Li derdora Eyn Îsayê topbaran û êriş bi dijwarî dewam dikin.
JI BER ÊRÎŞAN RÊYA M4 HAT QUTKIRIN
Ji ber êrişên dagirkeran rêya navneteweyî ‘M4’ ya di navbera Eyn Îsa û Kobanê û Eyn Îsa û Şergirakê de hate qutkirin û xetere li ser jiyana sivîlan heye.
Her wiha artêşa tirk û çeteyên wê ji gelek aliyan ve êrîşî derdora Kampa Eyn Îsayê jî kirin.
Tevî vê yekê navenda navçeyê jî topbaran kirin.
Şervanên QSD’ê û leşkerên rêjîma Sûrî bersiva êrişan didin.
Şêniyên Eyn Îsayê ji ber êrîşan neçarî koçberiyê dibin.
ÇETEYAN ÊRÎŞÎ GUNDÊ ŞERGIRAKÊ KIRIN
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topên hewan û obusan gundê Şergirak ê navçeya Eyn Îsayê topbaran dikin.
Li vê derê jî şervanên QSD`ê û hêzên rejîma Sûriyê bersiv dan êrîşan.