Rêveberiya Xweser 4 zarokên çeteyên DAIŞ’ê radestî welatê wan kir

Boruya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûrî 3 zarokên welatiyên Elmanya û zarokeke welatiyê Emerîkayê radestî hikumetên wan kir.

Konsolosê Elman yê li Başûrê Kurdistan Seven Karupse û balyozê Emerîkayê yê berê yê Ukraynayê Peter Galbraith ji bo 3 zarokên welatiyên Elman û zarokekî welatiyê Emerîkayê werbigirin,
serdana herêmê kirin.

Şande ji aliyê rêveber û endamên boruya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûr û endama Têkiliyên Giştî ya YPJ’ê hatin pêşwazî kirin.

Şandeyan pêşî civîn lidarxistin û paşê protokola der barê radestkirina zarokan de mohr kirin.

Konsolosê Elmanyayê Karupse spasiya Rêveberiya Xweser û boruya Têkiliyên Derve kir.

Galbraith ê Emerîkî jî sipasî kir û got, “Gelê vir 11 hezar şehîd dan, divê DYA û tevahî cîhan ji bo DAIŞ’ê venegere û serketineke bi hêz pêk were xebatê bikin. Divê gelên herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê werin parastin û mafên wan were nasîn:”

Endamê Daîreya Têkiliyên Derve Abdurehman Selman jî diyar kir ku divê Hikûmeta Elman di xebata siyasî û aştiya li Sûriyê de rol bilîze.

Leave a Reply

Back to top button