Zanîngeha Hong Kong: Vîrûs heya 7 rojan li ser devpoşkan dimîne

Hewldanên vedîtin û naskirina agahiyên zelal der barê vîrûsa Coronayê de, ji aliyê lêkolîner, pispor û zanayan ve hîna li dar in. Zanayên Zanîngeha Hong Kongê ya Çînê, hinek agahiyên nû parve kirin û diyar kirin ku vîrûsa Corona dikare heya 7 rojan li ser devpoşkan bimîne. NY jî dibêje, ava germ we ji vîrûsê naparêze. 

Hîna pispor û lêkolîner li seranserî cîhanê di nava tevgerê de ne, da karibin mirovahiyê ji vê nexweşiya berbelav xelas bikin, ku vîrûsa Corona zêdetirî 33 hezar kes di nava çend mehan de binax kirine.

Herî dawî, zanayên Zanîngeha Hong Kongê hinek hûrgulî der barê vê nexweşiyê de belav kirin.

Li gorî danayên wan, vîrûsa Corona

Di germahiya 4 dîgreyan de, heya demeke dirêj li cihê xwe dimîne.

Çalakiya wê jî, heya 14 rojan kêm nabe.

Zanayên Çînî diyar kir ku vîrûs;

Li ser kaxezan, 3 saetan dimîne.

Li ser caman heya 4 rojan dimîne.

Li ser plastîkan, heya 7 rojan dimîne.

Zanayên Zanîngeha Hong Kongê da zanîn ku, vîrûs

Li ser devpoşkan jî heya 7 rojan dimîne.

Ji lew re divê her tim bi temamî werin pakirin.

Gelo wê vîrûs di germa Havînê de biçe?

Berpirsên Tenduristiyê yên Amerîkî gotibûn, egerî heye ev vîrûs mûsimî be û di mehên germê de biçe.

Lê Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî berî niha ragihandibû, vîrûsa Corona cihê xwe li her derê çêdike û bi hemû jîngehan re digunce.

NY: Ava germ, we ji vîrûsê naparêze

Der barê “Gelo ava germ ji bo Corona baş?” jî, NY herî dawî bi twittekê wiha gotibû:

Vexwarina av û tiştên germ her 15 deqeyan, wê we ji vîrûsa Coronayê neparêzin.

Back to top button