Vîrûsa Corona..piştî sala 2003’yan, nirxê neftê daket asta herî erzan

Ji ber belavbûna Vîrûsa Corona cara yekem e piştî sala 2003’an nirxê neftê dadikeve asta herî kêm.

Li bazara cîhanê, piştî belavbûna vîrûsa Corona nirxê nefta brent di 18 salên dawî de herî zêde erzan bûye.

Bermîlek daket 23 dolaran ango bi rêjeya ji sedê 6.5 .

Nirxê nefta xav a teksas a Emerîka bi rêjeya ji sedê 5.3 daket, ango nirxê bermîlekê gihîşt 20 dolaran.

Serokê DYE’yê Donald Trûmp eşkere kir ku wê rewşa aboriya welêt heta nîvê meha Nîsanê baş bibe.

Piştî belavbûna Vîrûsa Corona gelek welatan di aliyê aborî de zeyanên mezin dîtin.

Back to top button