Li bajarê Kobanê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek hat lidar xistin.
Di meşê de ciwanan diyar kirin ku heta pêkanîna azadiyê ew ê li qadan bin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê a şaxê kantona Firatê bi daxwaza azadiya fîzkî ya Rêber APO meşek li dar xist.
Meşê ji pêşiya avahiya Meclisa Navçeya Qinê dest pê kir û li pêşiya Stasyona Sotemeniyê ya Elî Salih veguherî mîtingê.
Ji rêveberên Kongra Star a navçeya Qinê Fetûm Oso tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir û diyar kir ku wê heta pêkanîna azadiyê li qadan bin.