Artêşa Îsraîlê: Ji Lubnanê 30 moşek hat avêtin

Şerê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de li sînorê başûrê Lubnanê didome.
Li gorî daxuyaniya Îsraîlê ji Lubnanê 35 moşek ber bi Îsraîlê ve hatiye avêtin.
Heman awayî ji hêla Hizbullahê ve jî hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê de ku malekî sivîlan hatiye armanckirin, 5 kes hatin kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Cîhanê ya Ereb (AWP), di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê de, bersiva êrîşa mûşekî ya li başûrê Lubnanê ya ku 2 noqteyên ku mûşek lê hatin avêtin, hatin bombebarankirin.

30 mûşek ji başûrê Lubnanê ber bi bakurê Îsraîlê ve hatin avêtin, lê mûşekan ti ziyanên canî çênebûn.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku duh danê sibê 35 moşek ji Libnanê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin û hinek ji wan bi awayekî serkeftî hatine bêbandorkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Hîzbullahê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku herêmên li Girê Kefr Şûba yê Lubnanê ku di bin kontrola Îsraîlê de ye, bi moşekan hatine hedefgirtin û ‘rasterast’ li van herêman hatiye xistin.

Di daxuyaniya Hizbullahê de ev tişt hat parvekirin:

Bi dehan mûşekên Katyuşa di du beşan de li Çiyayê Meron (li Herêma Bakurê Îsraîlê ye) hatin avêtin wek tolhildana êrîşên dijmin ên li ser gund û cihên sivîlan li başûr, ku ya herî dawî êrîşa li ser bajarokê Xirbet Silmê bû.

Ajansa nûçeyan a niştimanî ya Lubnanê ragihand ku di encama êrîşa mûşekî ya Îsraîlê de ku li bajarokê Xirbet Silm li parêzgeha Nebatiye li başûrê Lubnanê, li ser maleke sivîlan armanc girt, 5 kes hatin kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.

5 endamên din yên Hizbullahê di êrişên Îsraîlê de hatin kuştin

Back to top button