Rûsya: Zêdetirî 150 leşkerên Ukraynayê hatin kuştin

Di şerê Ukrayna û Rûsyayê de di 24 saetên dawî de zêdetirî 150 leşkerên Ukraynayê hatin kuştin.
Ajansa Nûçeyan a Rûsî TASS’ê ragihand ku hêzên Rûsî di nava 24 saetên dawî de operasyonên taktîkî, hewayî û yekneyên topavêj di 136 heremê de li dijî hêzên Ukranî êrîş pêk anîne.
Li aliyê din nîqaşên li ser bangawaziya Papa Francis bo Ukraynayê didomin. Ji hêla Ukraynayê ev bangawazî weke radestbûna ji Rûsyayê re tê nirxandin.

Wezareta Parastinê yê Rûsyayê ragihand ku artêşa Ukraynayê di nava 24 saetên dawî de li başûrê Donetsk’ê zêdetirî 150 leşker û depoyeke cebilxaneyê winda kir.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Alman (DPA) Wezaretê da xuyakirin ku zêdetirî 150 leşkerîn Ukranî hatiye kuştin, 2 wesayîtên şer ê zirxî, 4 wesayît, obusek û pergala topavêj û depoyeke cebilxane hatiye rûxandin.

Ajansa Nûçeyan a Rûsî TASS jî ragihand ku hêzên Rûsî di nava 24 saetên dawî de operasyonên taktîkî, hewayî û yekneyên topavêj di 136 heremê de li dijî hêzên Ukranî êrîş pêk anîne.

Di van êrîşan de girêdayî artêşa Ukraynayê 2 depoyên cebilxaneyê hatiye rûxandin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê destnîşan kir ku hêzên parastina hewayî 130 pergala moşekan a Ukraynayê rûxandin.

Zelenskiy: Hejmarek zêde dêr di êrîşên Rûsan de şewîtî ne

Serokdewletê Ukraynayê Vlodimir Zelenskiy derbarê geşedanên dawî ya şerê Rûsya û Ukraynayê de nirxandin kir.

Zelenskiy diyar kir ku êrîşên hewayî ya artêşa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê didome.

Zelenskiy anî ziman ku ji bo ewlehiya qada hewayî ya Ukraynayê zêde bikin, dixebitin.

Lîderê olî ya Katolîkan û Serok dewletê Vatîkanê Papa Francis bang li Ukraynayê kir ku ‘ala spî veke’ û bi Rûsyayê re danûnstandinan bike.

Rûsan nikarin ber bi Ewropayê bi pêş ve herin

Zelenskiy li ser bangawaziya Papa Francis wiha bersiv da:

“Kujer û êşkencekarên Rûsî nikarin ber bi Ewropayê bi pêş ve herin.

Ji ber ku ji aliyê jin û xortên Ukranî ve di bin ala şîn û zer de tên zeptkirin.

Wextekî li Ukraynayê hejmarek zêde xanî û dêrên ku dîwarê wê spî hebûn.

Lê ji ber êrîşên Rûsan şewîtî ne û rûxiyan e. Ji bo rawestîna şer kî bisekine eşkere ye.”

Back to top button