Li Libnanê berpirsekî Hizbullahê hate kuştin

Li başûrê Libnanê ji aliyê balafira bêmirov ve wesayîtek hate bombebarankirin:
Di encamê de 2 kes, di nav de berpirsekî payebilind ê Hizbullah, hatin kuştin.

Li gor nûçeya Sky News’ê kêliyek beriya niha wesayîtek li bajarê Nebatiye yê başûrê Lubnanê ji aliyê balafira bêmirov ve hate bombebarankirin û di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Ji kesên hatine kuştin yek jî berpirsekî payebilind yê Hizbullahê ye.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) şevê din bi balafira bêmirov li Bexda wesayîtek bombebarankir.

Di encamê de 3 kes hatin kuştin ku 2 ji wan berpirsê Lîwayên Hizbullaha Iraqê bû.

Back to top button