Konferansa 8. a TEV-ÇAND bi hilbijartina Rêveber û Hevserokên nû bidawî bû

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) konferansa xwe ya 8. li Qamişlo li dar xist.
Îro di roja 2. a konferansê de, nîqaş li ser rewşa rêxistinî hate kirin.
Konferans bi biryar û hilbihartina endamên rêveberî û hevserokên nû bi dawî bû.

Duh 7’ê Sibatê, Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) konferansa xwe ya 8’an li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li Qamişlo li dar xist.

Konferans bi dirûşma ‘Em bi Rihê Şerê Gel ê Şoreşgerî Azadiya Fizîkî ya Rêber Apo Pêk Tînin û Çand Neteweya Demokratîk ava Dikin’ pêk hat.

200 delege ji Kurd, Ereb, Suryan, Êzdî, Ermen, Asûr û Çerkes amade bûn.

Di roja yekemîn a konferansê de nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Kantona Cizîrê, Desteya Çandê ya kantona Cizîrê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî, Partiya Soraya ya Demokratîk û Meclisa Civakî ya Ermeniyan amade bûn.

Di konferansê de Hevseroka TEV-ÇAND Sumeya Mihemed axivî.

Her wiha Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Kantona Cizîrê Telet Yûnis axivîn û diyar kir ku ev konferans ji encamê fedekariya bi salan a parastina çanda gelan hatiye lidarxistin.

Di heman rojê de senevzyon derbarê perespektîfên Rêber Apo ên têkildarî girîngiya çand, wêje û hunerê li cem gelan û erka ku ji xebatkarên çandê tê xwestin hate pêşandan.

Piştî wê kilîp, film û stranên ku ji aliyê TEV-ÇAND`ê ve hatine amadekirin hatin pêşandan.

Paşê rapora 2 salan hat xwendin û nirxandin hate kirin.

Di roja duyemîn a konferansê de jî rewşa rêxistinî hate nirxandin.

Her wiha pilansaziya sala pêş hate derxistin û hevserokên nû ji bo TEV-ÇAND`ê hatin hilbijartin.

Sumeya Mihemed û Xelîl Tehlo ji bo hevseroketiya TEV- ÇAND hatin qebûlkirin.

Konfrans di roja xwe ya duyem de bi encam û biryarên nû bi dawî bû.

Yek ji biryarên girîngî ew bû ku TEV- ÇAND li gorî hevpeymana civakî ya nû xwe birêxistin bike.

Back to top button