Li QamşloTevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya TEV-ÇAND bi beşdariya 200 delegeyên Kurd, Ereb, Suryan, Êzdî 8’emîn konfransa xwe dest pê kir.
Konfrans li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner bi dirûşmya “Em bi Rihê Şerê Gel ê Şoreşgerî Azadiya Fizîkî ya Rêber Apo Pêk Tînin û Çand Neteweya Demokratîk ava Dikin” hate li darxistin.
Nûnerên ji Rêveberiya Xweser û tevgerên çandê yên Bakur û Rojihlatî Sûriyê tevlî 200 delegeyî beşdarî konferansê bûn.
Têkildarî konferansê Hevseroka TEV-ÇAND Sumeya Mihemed diyar kir ku ev konferan wê di Kanûna 2023’an bihata li darxistin, lê ji ber êrişan pêk nehat.
Sumeya hin astengiyên li ber konferansê anî ziman û got:
“Me dixwest festîvalên borî li ser asta cîhanî bin, lê PDK`ê rê li ber beşdarbûna gelek aliyan ji bo festîvalan li Rojavayê Kurdistanê girt.”
Li gorî Komîteya Amadekar wê konferan li ser asta 2 roja dewam bike û tê de rêwşa rêxistinî bê nîqaşkirin û hevserokatiyên nû ji bo TEV-ÇAND’ê bên hilbijartin